Serok Barzanî pêswazî li nûnerê Pûtîn kir: Kurdistan faktora aramiyê ye

01 berfanbar 2021 22:32
Serok Barzanî pêswazî li nûnerê Pûtîn kir: Kurdistan faktora aramiyê ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li nûnerê Serokê Rûsya û cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Bogandov kir.

Di civînê de Bogdanov silav serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov gihand Serok Barzanî û têkestî li girîng û qîmeta pêgeha gelê Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn kir û ev jî got ku li ba Rûsya, Herêma Kurdistanê xwedan roleke mezin e li Iraq û faktora aramiyê ye.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên giştî yên Iraqê jî hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de behsa gefên terorê hat kirin û her du alî li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku divê sebebên derketina terorê bên zuhakirin.

Rewşa Sûriyê jî di civînê de hat axaftin. Serok Barzanî nîgeranî û nêrînên xwe li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Di dawiyê de cîgirê wezîrê derve yê Rûsya behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Rûsya kir û rola dîrokî ya malbata Barzanî di pêşxistina wan pêwendiyan de bilind nirxand û daxwaz kir pêwendiyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bikeve.