Serokwezîr Barzanî, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatin parvekirin, îro di navbera wî û şandeke Komîseriyaya Mafên Mirovan a ser bi Netewên Yekbûyî (NY) de hevdîtineke dorfireh hat kirin.
Piştî civîna ku hat kirin, agahiyên di derbarê hevdîtinê de ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve bi vî awayî hatin parvekirin:
“Îro me pêşwaziya Komîserê bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên Yekbûyî (NY) Birêz Volker Turk û şandeke pê re kir.
Me di civînê de diyar kir ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê; rastî çend komkujî, jenosîd û binpêkirina mafên xwe hatiye û qurbaniyên gelek zêde ji bo bidesthanîna mafên xwe yên reva daye ji ber vê yeke jî bi girîngî ve li prensîbên parastina mafên mirovan, buhayên azadî û demokrasiyê dibine û daxwaz dikin ku dawî li binpêkirina mafên gelê me were hanîn û civaka cîhanî jî hevkariya me bike ji bo dabînkirina mafên reva û divê pêşiya dubarebûna karesat û jenosîdkirina gelê Kurdistanê were hanîn.
Her wiha me bi awayeke kurt qala reformên giştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û bi tabetî plana qebûlkirina 5 salî ya hikûmeta herêmê taybet bi parastina mafên mirovan û rûbirûbûna tundûtîjî, radîkalîzim û bi taybetî tundiya dijî jinan kir.
Me ev yek dubare kir ku parastina mafên mirovan û pere pêdana çanda bi hev re jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda beşeke girîng a karnameya Kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Komîserê Bilind ê NYê spasiya hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel NY bi taybetî di warê parastina mafên mirovan de kir.
Rûbirûbûna bandorên neyînî û piralî yên guherîna keş û hewayê li ser jiyana mirovan û pêşvebirina hişyariya jîngehparêziyê jî mijarên din ên vê civînê bûn.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin