Serok Barzanî pêswazî li nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ragihand, ewê ji aliyê Kurdistaniyan ve ewlewiyeta xwe heye, berçavgirtin û pabendbûna aliyên Iraqî ye bi prensîpa şeraketa rastî di birêvebirina welat de û herwiha hebûna mîsogerî û mekanîzmeke zelal ji bo bi cîhkirina şeraket û rêkeftinan.
Îro Dûşema 20.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Brett McGurk û şanda li gel kir ku ji Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û Konsolê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin pêk hatibû.
Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên navçeyê û guhertinên meydaniyên şerê dijî DAIŞê li Sûriye û rojavayê Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê civînê de ronahî xistin li ser hewlên dawî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hevkêşeyên nû yên li nav proseya siyasiya Iraqê.
Di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir, ewê ji aliyê Kurdistaniyan ve ewlewiyeta xwe heye, berçavgirtin û pabendbûna aliyên Iraqî bi prensîpa şeraketa rastî li birêvebirina welat de û her wiha hebûna mîsogerî û mekanîzmeke rûn ji bo bi cîhkirina şeraket û rêkkeftinan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin