Serok Barzanî pêswaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Gistî yê NYê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)yê li Iraqê Dr. Mihemed El Hesen kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî da Dr. Mihemed El-Hessan û hêviya serkeftinê ji bo karê wî yê nû xwest.
Di heman hevdîtinê de, rewşa siyasî û bûyerên li Iraq û herêmê, metirsiyên li ser aramiya Iraq û herêmê û rola NYê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aramiyê, hatin minaqeşekirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêwîstiya lidarxistina wan a di seqayeke aram û zelal de, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin