Serok Barzanî pêşwazî li Îbrahîm Kalin kir

01 tîrmeh 2026 20:01

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin kir.

Serok Barzanî pêşwazî li Îbrahîm Kalin kir

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, roja çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Îbrahîm Kalin, Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan derbarê geşedan û guhertinên dawî yên herêmê û astengiyên li pêşiya aramî û ewlehiya herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser geşepêdana peywendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê di warên cuda de kirin.