Serok Barzanî ji bo Îbrahîm Reîsî peyama sersaxiyê da
20 gulan 2024 19:01
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rayedarên Îranî yên ku pê re di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan peyama sersaxiyê ragihand.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Bi nûçeya koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û şanda pê re gelek xemgîn im."
Serok Barzanî ketina helîkopterê wek bûyereke trajîk destnîşan kir û ji ber mirina Îbrahîm Reîsî, Wezîr Ebdullahiyan û kesên di helîkopterê de bûn, dilgiraniya xwe anî ziman.
Serok Barzanî got: “Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û malbatên wan dikim. Xwedayê mezin sebrê bide her kesî.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî, bi sedema koça Sêxella Îbrahîm peyama sersaxiyê belav kir
07 nsn 2023
Aborî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin