Enqere | Nêçîrvan Barzanî bi Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û misteşarê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya.
Nêçîrvan Barzanî îro çarşemî 16.10.2024ê di çarçoveya serdana xwe ya fermî de gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyê. Barzanî li Enqereyê ji aliyê Wezîr Fîdan û Musteşarê MÎTê Kalin ve hat pêşwazîkirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê serdanê de li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Şehab amaje bi wê yekê kir ku Barzanî roja Çarşemê 16ê Cotmeha 2024 dê bi serdaneke fermî serdana Enqerê bike û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive û got, “Her du alî dê li ser geşepêdana pêwendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li herêmê û li ser gelek mijarên din ên berjewendiya hevpar gotûbêjan bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin