Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Pakistanê kir
27 tebax 2024 20:27
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 27ê Tebaxê li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Pakistanê Mihemed Zîşan Ehmed kir.
Baregeha Barzanî piştî civînê ragihand, “Di hevdîtinê de, Balyozê Paksitanê dilxweşiya xwe ji bo avedanî û aramî û wê pêşketina ku li Herêma Kurdistanê peyda bûye diyar kir û destxweşî li Hikûmet û Serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir.”
Balyozê Paksitanê ji Serok Barzanî re diyar kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyeke nêzîk di warên cuda cuda yên bazirganî û çandî de bi Herêma Kurdistanê re hebin.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, herêmê û pêwendiyên dualî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê-Hikûmeta Iraqê û gefên terorê li ser astê cîhanê û deverê jî hatin axaftin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir
04 trm 2024
Jiyan
Serok Barzanî pêswazî li nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê kir
20 tbx 2018
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin