Serok Barzanî: Gandî çavkaniya îlhamê ye bo gelên azadîxwaz
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li wezîrê dewleta Hindîstanê bo karên derve, Vellamvelly Muraleedharan kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, îro li Pîrmam, Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hikûmeta Hindîstanê bi serokatiya wezîrê dewletê bo karên derve, Vellamvelly Muraleedharan kir.
Di hevdîtinê de wezîrê Hindî behsa mêrxasî û qurbanîdana gelê Kurdistanê di şerê DAIŞ û terorê de kir û ragihand, ew ji êş û zehmetiyên ku gelê Kurdistanê kişandiye, haydar in.
Wezîrê dewleta Hindîstanê bo karên derve, kêfxweşiya xwe jî anî ziman ku Herêma Kurdistanê kariye di warên siyasî, aborî û civakî de pêş bikeve û da xuyakirin ku Herêma Kurdistanê li ser rêkek rast e.
Serokê şanda Hindîstanê armanca serdana xwe ya Kurdistanê ji Serok Barzanî re anî ziman û daxwaz kir pêwendiyên Hewlêr û New Delhî di warên kulturî, tenduristî û bazirganî de pêş bikevin.
Serok Barzanî jî spasiya şanda mêvan kir û ragihand, gelê Hindîstanê gelekî mezin û xwedan dîrok e.
Barzanî behsa rêberê navdar yê Hindîstanê Mehatma Gandî jî kir û destnîşan kir, Gandî çavkaniya îlhamê ye bo gelên azadîxwaz û yên ku dixwazin ji bindestî û perçiqandinê rizgar bibin.
Serok Barzanî pêşwaziya daxwaza wezîrê Hindî bo pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hindîstanê kir.
Di hevdîtinê de behsa metirsiyên terorê û hizra radîkalîzmê li ser ewlehiya cîhanê hat kirin û têkestî li ser hemahengiya navdewletî di şerê terorê de hat kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin