Serok Barzanî: Partî çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku Partî çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye û erka wê ya sereke xizmetkirina gelê Kurdistanê ye.
RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 16ê Tebaxê û 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek weşand.
Barzanî di destpêka peyama xwe de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan, Pêşmergeyan, cemawer û alîgirên PDKê û hemû xelkê Kurdistanê kir.
“Partî di serdemeke dijwar de hate damezrandin”
Serok Barzanî diyar kir ku PDK di serdemeke dijwar de bi armanca vegerandina hêvî û hêzê ji bo gelê Kurdistanê hate damezrandin.
Wî got:
“Partî bi navê vegerandina hêvî û hêzê bo gelê Kurdistanê di serdemeke dijwar û giran de hate damezrandin.”
Barzanî destnîşan kir ku PDK di dirêjahiya dîroka xwe de bûye “xwendingeha têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê” û di hemû qonaxan de parêzvaniya mafên gelê Kurdistanê kiriye.
Wî herwiha got ku Partî di rabirdû, niha û paşerojê de amrazek e ji bo xizmetkirina xelkê û bicihanîna armanc û nirxên neteweyî û niştimanî.
Pêkvejiyan û rêzgirtina li destûrê
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser pêkvejiyan û têkiliyên di navbera pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de.
Wî diyar kir ku PDK baweriyeke xurt bi pêkvejiyan, biratî û tebayiya di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê de heye.
Barzanî herwiha prensîba hevbeşiyê û rêzgirtina li destûrê wek mîsogeriya seqamgîrî, aramî û geşbûna li Iraqê binav kir.
“Erka sereke ya Partiyê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye”
Serok Barzanî di peyama xwe ya ji bo cemawer, alîgir û endamên PDKê de got:
“Partî çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye; erka sereke ya Partiyê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û bi piştgiriya Xwedayê Mezin û bi îrade û himmeta wî û hemû xelkê Kurdistanê, tu astengiyek nikare bibe rêgir li pêşiya vê erka pîroz de.”
Şehîd, Pêşmerge û têkoşer bi bîr anîn
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de bîranîna hemû şehîd, Pêşmerge, têkoşer û qehremanên ku di dirêjahiya xebata PDKê de qurbanî dane, bilind ragirt.
Wî herwiha rêz û spasiyên xwe ji kadro, endam û cemawerê PDKê re anî ziman û got ku wan bi dilsozî û bê rawestan di rewşên cuda de piştgirî dane partiya xwe û ji bo gelê xwe “dîrok û serbilindî” tomar kirine.
