Serok Barzanî: Divê hilbijartin paqij û sefaf û di rewseke aram de bê kirin
PeyamaKurd - Serok Barzanî, îro 28ê Tebaxê li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê kir.
Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher, bi sedema bidawîbûna erka wî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê spasiya Serok Barzanî kir ku di dema karkirina wî ya li Hewlêrê de herdem piştevanê wî bû, herwesa rêz ji bo mêvandarî û hevahengiya dezgehên Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê hebû. Konsulê Giştî yê Almanyayê bal kişand ser girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatê xwe, ku divê li paşerojê jî bi girîngî ve berdewam be.”
Serok Barzanî. spasiya erk û westiyana Konsulê Giştî yê Almanyayê kir û daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê Nû yê Almanyayê li Hewlêrê kir.
Di civînê de, li ser hilbijartinên Cotmeha bê yên Parlemena Kurdistanê hat axaftin û Serok Barzanî got, divê hilbijartinên Parlemena Kurdistanê bi awayekî paqij û şefaf û di rewşeke aram de bên kirin.
Gefên terorê yên li ser asta Iraq û herêmê jî mijara beşeke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin