Serok Barzanî: PDKê hilbijartin boykot nekiriye, paqij û sefaf kiriye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 20ê Adarê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowskî kir û li ser beşdarnebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya PDKê daxuyaniyên girîng dan.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de, Balyoza Amerîkayê Newroz li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kiriye û diyar kir, Romanowski li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî nîgeraniya xwe nîşan daye û daxwaz kiriye PDK rola xwe bilîze bi aliyê din re hilbijartinên Parlemana Kurdistanê çareser bike.
Divê hilbijartin bi rewatiya destûrî bên kirin
Serok Barzanî bal kişandiye ser sedemên derxistina beyannameya PDKyê û gotiye, ji destpêka salên 1990an ve PDK pêşenga birêveçûna hilbijartinan bûye û wî bi xwe li sala 1991ê daxwaz kiriye ku pêdivî ye rewatiya şoreşgerî cihê xwe bide rewatiya destûrî û hilbijartin bên kirin. PDK her dem bi kirina hilbijartinan re bûye û tirs ji hilbijartinan nîne belkî têbînî li ser awayê hilbijartinan û metirsiya têkdana bingehên pêkvejiyanê û nehêlana tevlîbûna pêkhatan di jiyana siyasî de hene.
Serok Barzanî gotiye, bi behaneyên cuda cuda hilbijartin du salan hatin paşxistin, destên biyanî û derve têkelî nav wê mijarê hatin kirin û ji nirx û pêgeha Herêma kêm hat kêmkirin. Herwiha bi awayên nedestûrî û neqanûnî biryar û qanûnên Herêma Kurdistanê hatin guhertin û stemeke mezin li pêkhatan û tevaya xelkê Kurdistanê hat kirin.
PDKê hilbijartin boykot nekiriye, paqij û şefaf kiriye
Herwiha Serok Barzanî destnişan kir, PDKyê hilbijartin boykot nekirine belkî bi hilbijartinên pakij û şefaf û cihê piştrastiyê û dûrî desttêwerdanên derve û bernameyên pêşwext re ye, ku tê de dengder ji mafên dengdanê neyên bêbarkirin, piroseya demokratî neyê bênirxkirin û qanûnên Herêma Kurdistanê jî neyên binpêkirin.
Serok Barzanî bal kişand ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û eşkere kir, lihevkirineke zelal û tevalî bi Çarçoveya Hevahengiyê re li ser Hevpeymaniya Navdewletî heye lê mixabin heta niha ti xalên girêng ên wê lihevkirinê nehatine bicihanîn.
Serok Barzanî li dawiyê jî tekez kiriye ku, ji bo çarekirina arêşeyan û nehêlana nîgeraniyan, dê li ser şêwirmendî û hevahengiyê berdewam bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin