Serok Barzanî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

06 cotmeh 2022 21:55
Serok Barzanî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Cotmehê bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xwişk û birayên Êzidî kir.

Serok Barzanî ji bo pîrozkirina Cejna Cemayê got: “Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku divê tevaya aliyan kar ji bo xurtkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de bikin.

Di berdewama peyamê de Serok Barzanî wiha got: “Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin.

Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.”