Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî, Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzîdî piroz kir.
|
Türkçe
RûpelNews - Serok Barzanî, bi helkefta Cejna Çileyê Havînê ya kurdên êzîdî, peyamek nivîskî belav kir.
Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi helkefta Cejna Çileyê Havînê ya xwişk û birayên êzîdî, pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû êzîdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvî dikim xwişk û birayên êzîdî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”
