Serok Barzanî Cejna Serê Sala Êzidiyan pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî Cejna Serê Sala Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û li cîhanê pîroz kir û hêviya bextewerî ji wan re xwest.
RûpelNews - Serok Barzanî bi helkefta pîrozbahiya Cejna Serê Sala Êzidiyan peyamekê belav kir.
Barzanî di peyama xwe de bi hatina Cejna Serê Sala Êzidiyan pîrozbahî li Êzidiyên Kurdistanê û li cîhanê kir.
Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser êş û mafên Êzidiyan û wiha got:
"Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hêviya bextewarî û keyfxweşiyê ji bo wan dixwazim.
Xwişk û birayên Êzidî pareke resen a gelê Kurdistanê ne û ez di vê helkeftê da tekezê dikim ku em ligel êş û azarên wan in û ez bi hemî şiyanan piştevaniya daxwaziyên xwişk û birayên Êzidî dikim. Hemû cejnên we bi şadî û aramî derbas bibin."
