Serok Barzanî cejna Kurdên Kakeyî pîroz kir
15 rêbendan 2025 12:17
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Qewiltasê li gelê Kurdistanê pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, bi minasebeta hatina Cejna Qewiltasê pîrozbahiyê li hemû birayên me yên Kakeyî yên li Kurdistanê dikim.
Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
Hêvîdarim hemû pêkhateyên Kurdistanê bi taybet birayên min ên Kakeyî cejnên xwe bi aramî û xweşî pîroz bikin.
Qewiltas ku bi navê Sê Şevên Yars jî tê binavkirin, her sal ji aliyê Kurdên Kakeyî ve tê pîrozkirin.
Kakeyî ku bi navê Yarsan û Ehlî Hak jî tên naskirin, li Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û piranî jî li herêmên Germiyan ên Herêma Kurdistanê dijîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîr Barzanî Cejna Kurdên Kakeyî pîroz kir
25 rbn 2024
Cîhan
Serok Barzanî Cejna Qewiltas a Kurdên Kakeyî pîroz kir...
17 rbn 2022
Teknoloji
‘Serok Barzanî di çareseriya pirsên Kurdên Sûriyê de rola dîplomatîk dilîze’
02 sbt 2025
Kurdistan
Serok Barzanî: Hindik mabû li Rojava karesateke mezin rûbide
05 sbt 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin