Serok Barzanî cejna Cemayê li Êzidîyan pîroz kir

06 cotmeh 2023 16:02
Serok Barzanî cejna Cemayê li Êzidîyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî di peyama xwe de ku bi minasebeta hatina Cejna Cema ya Kurdên Êzidî hatiye belavkirin, tekezî li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurd de kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi boneya Cejna Êzdiyan wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê ya birayên xwe yên Êzidî, ji dil û can li Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx, Meclîsa Rûhanî û hemû birayên me yên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim.

Em destnîşan dikin ku divê birayên me yên Êzidî bi taybetî li herêma Şengalê, ji her cure zext û astengiyan dûr bikevin û karibin bi awayekî azad biryara çarenûsa xwe bidin.

Bi vê minasebetê tekezî li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikim û hêvîdar im ku xwişk û birayên me yên Êzidî di nava aramî û bexteweriyê de cejna xwe pîroz bikin.

Cejna Kombûnê pîroz be.”