Şer berdewam e: Trump, Putîn, Netenyahû û rayedarên Îranê...

01 adar 2026 17:24

Roja duyemîn ya şerê ‘Îranê’ bi daxuyaniyên dualî, êrîşên mûşekî û aloziya herêmî derbas bû. Her ku pêşketinên krîtîk hem li ser erdê û hem jî di kanalên dîplomatîk de rû didan, daxuyanî li pey hev ji Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu û rayedarên Îranê ve hatin.

Şer berdewam e: Trump, Putîn, Netenyahû û rayedarên Îranê...

RûpelNews - Fermangeha Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku di êrîşa Îranê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Derbarê vê bûyerê de hûrgliyên zelal nehatin dayîn û nehat diyarkirin gelo bûyer li kûderê qewimiye.

Gelo moşek li keştiya balafiran ket in?

CENTCOM her wiha îdiayên ku digotin Pasdariya Şoreşa Îranê bi moşekeke balîstîk li keştiya hewavaniyê ya USS Abraham Lîncoln xistiye, red kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lîncoln nehatiye lêdan. Moşekên hatin avêtin heta nêzîkî wê jî nebûn."

Trump: Me 48 serokên Îranî kuştin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di axaftina xwe ya ji bo Fox News de, îdia kir ku di êrîşan de 48 serokên Îranî hatine kuştin. Di axaftina xwe ya ji CNBC re, Trump anî ziman ku operasyon ji ya hatibû plankirin zûtir pêş ketiye.

Li Îranê pêvajoya serokatiyê dest pê dike

Piştî kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, konseya serokatiyê ya demkî dest bi karê xwe kir. Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan mirina Xameneyî wek "karesateke mezin ji bo welêt" bi nav kir û got ku ev yek dê dijminên Îranê bêhêvî bike.

Çapemeniya Îranê: Serokomarê berê Ahmedînejad hat kuştin

Di vê navberê de, çapemeniya Îranê îdia kir ku serokomarê berê Mehmûd Ehmedînejad di êrîşan de hatiye kuştin. Lêbelê, ev îdia heta niha ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Qurbaniyên li Îsraîlê

Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke moşekî ya ji aliyê Îranê ve li ser Beit Shemesh a li Rojavayê Orşelîmê de 8 kes hatine kuştin û 27 kes jî birîndar bûne. Tê ragihandin ku rewşa çar ji birîndaran giran e. Li herêmê operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li Kendava Hormuzê keştiyek hate bombebarankirin

Îranê ragihand ku wê li Kendava Hormûzê keştiyeke petrolê kiriye hedef ku "li ser hişyariyan derbas bûbû". Hat ragihandin ku tanker şewitî û noq dibe.

Berê hatibû ragihandin ku li peravên Omanê êrîş li tankereke din a petrolê hatibû kirin û di encamê de çar kes birîndar bûbûn. Şîrketa deryavaniyê ya Alman Hapag-Lloyd ragihand ku wê derbasbûna keştiyên xwe yên di Kendava Hormûzê re rawestandiye.

Hewldana êrîşê li ser konsulxaneya li Pakistanê

Girseyek li ber Konsulxaneya Amerîkayê ya li Karaçîyê kom bû û hewl da ku bikeve avahiyê. Li gorî raporên destpêkê, di pevçûnên di navbera xwepêşander û polîsan de neh kes hatin kuştin. Hat ragihandin ku ewlehiya konsulxaneyê gule li wan xwepêşanderan reşand ku hewl didan dîwar hilkişin.

Daxuyaniyên tund berdewam dikin

Di roja duyemîn a şer de, alozî li seranserê Rojhilata Navîn zêde dibe, û êrîşên dualî û daxuyaniyên tund metirsiya veguherîna pevçûnê bo şerekî herêmî zêde dikin.

Putin peyama sersaxiyê ji Tehranê re dişîne

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî kuştina Rêberê Olî ê Îranê Xameneyî, peyameke sersaxiyê ji Serokomarê Îranê Pezeşkiyan re şand. Putin her wiha derbarê di peyama xwe de got, "Mirinê Xameneyî kuştinek e ku hemû pîvanên exlaqê mirovî û hiqûqa navneteweyî binpê dike."