Putîn û Trump li ser peymana Amerîka Îranê axivîn
Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê hevdîtinekê kirin û li ser peymana Amerîka Îranê gotûbêj kirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuri Uşakov der barê hevdîtinê de got: "Putin û Trump, gelek mijaran gotûbêj kirin û yek ji van mijaran jî mijara peymana Amerîka-Îranê bû ku nêzîk dibe.
Uşakov da zanîn Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro telefonî Serokê Amerîkayê kir û 80 saliya rojbûna wî jî pîroz kir.
Ev di şeş hefteyên borî de yekem hevdîtina telefonê ya di navbera serokên Rûsya û Amerîkayê de bû. Hevdîtina berê di 29ê Nîsanê de pêk hatibû.
