Seîd Cirdo: Ji bo parastina çanda êzidîtiyê em ê pistevaniya 190ê bikin
PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Bingehê Laliş ragihand ku êzidî bo parastina dab û nerît û çanda resenê êzidîtiyê, wê piştevaniya lîsteya 190ê ya PDKyê bikin û dibêjin serkeftina lîsteya PDKyê, tê maneya bihêzbûna baweriya hemû pêkhateyên Kurdistanê.
Seîd Cirdo, Serokê Desteya Bilind a Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî ku li Dihokê ye, ragihand ku lîsteya 190ê lîsteya xizmetkirina hemû gelê Kurdistanê ye û em dixwazin hemû êzidî roja 20ê Cotmehê biçine ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin vê lîsteyê.
Bal kişand ser wê yeke jî ku ji bo parastina dab û nerît û çanda resen a êzidîtiyê em ê piştevanîya lîsteya 190ê ya PDKyê bikin.
Her weha got: “PDK xwedî tecribe û serboriyeke dûr û dirêj ya dîplomasiyê ye. Lewre serkeftina PDKyê, tê maneya bihêzbûna hemî baweriyên dînî yên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin