Sedema dereng ketina 200 milyar dînarê Kurdistanê eskere bû

14 berfanbar 2021 00:31
Sedema dereng ketina 200 milyar dînarê Kurdistanê eskere bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber sedemên teknîkî Bexdayê 200 milyarê mûçeyên Herêma Kurdistanê neşandiye.

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Faris Îsa eşkere kiriye ku hefteya borî encûmena wezîran û wezareta darayî ya Iraqê razî bû ku 200 milyar dînarê Herêma Kurdistanê bişîne, lê ji ber sedemeke teknîkî paş ket û dereng ma.

 Faris Îsa gotiye: “Heta niha wezaretên hikûmeta Iraqê pere nexistiye ser hesab û ji ber wê jî ew 200 milyar dewir nebûye û ji bo baskê banka navendî ya Hewlêrê re nehatiye şandin û negihîştiye wezareta darayî ya herêma Kurdistanê.

Faris Îsa diyar kir, ti pirsgirêkeke siyasî tine ku rêgir be ji bo şandina 200 milyar dînaran û got: “Ti pirsgirêkeke li gel me tine û ji bo 200 milyar dînarî hemû razîbûn hatiye dayîn û nivîskî jî heye û hemû karûbarên fermî temam bûye, tenê maye wezareta darayî hewale bike ku ji bo ti aliyekî nekiriye.”

Serokê nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê da zanîn, piştî wezareta darayî hewaleya wezaretên xwe kir, wê demê 200 milyarê Herêma Kurdistanê jî dê hewale bike.