Daneyên li Amerîkayê bû sedema daketina bihayên zêr
Amarên meha Tebaxê yên li ser karê derveyî çandiniyê li Amerîkayê ku ji texmînan pir zêdetir derket, bû sedema daketineke tund di bihayê zêr de. Bihayê zêr, ku her onsê nêzîkî 4,469 dolar bû, piştî weşandina daneyan daket bin 4,390 dolarî.
RûpelNews - Daneyên kar ên meha Tebaxê yên li Amerîkayê hatin weşandin. Karkirina derveyî çandiniyê bi 162 hezar kesî zêde bû ku ev yek bi awayekî berbiçav ji texmînên bazarê yên derdora 55 hezar kesî zêdetir e. Lêbelê, rêjeya bêkariyê di rêjeya 4.1 ji sedî de wek xwe ma.
Piştî weşandina danyan, zexta firotanê li ser metalên hêja zêdetir diyar bû. Li gorî daneyên bazarê, bihayê zêrê her onsê beriya ragihandinê 4,468 dolar bû, lê piştî wê daket 4,389 dolarî. Bihayê zêrê her gramekê jî di encama vê daketinê de di nava rojê de daket nêzîkî 6,850 lîrayan.
Di encamê de, bihayê zêrê her onsê di nav demek kurt de bi qasî 80 dolarî, ango nêzîkî ji sedî 1.8 daket.
