Biryara agirbestê bû sedema daketina bihayê petrolê
Ragihandina biryara agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de bandoreke erênî li bihayên petrolê jî kir. Bi vê geşedanê, bihayê birmêla petrol dîsa daket bin 100 dolarî.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku ew û Îran ji bo agirbesteke demkî gihiştine lihevkirinekê. Piştî daxuyaniya Trump, bihayê petrolê bil ez daket.
Trump ragihandibû
Di daxuyaniyekê de ku bi rêya medyaya civakî belav kir, Trump diyar kir ku êrîşên li ser Îranê dê ji bo heyama du hefteyan bên rawestandin; di daxuyaniyeke paşê de, wî diyar kir ku agirbest dualî ye û armancên leşkerî hatine bidestxistin.
Nirxê petrolê dîsa daket bin 100 dolarî
Piştî biryara agirbestê, nirxê petrolê ya xam a Brent ji sedî 16 zêdetir daket û heta 90.78 dolarî ji bo her bermîlekê.
Li gorî daketina bihayên petrolê, di bazarên cîhanî de bilindbûnek hat dîtin. Kiriyarên S&P 500 û Nasdaq 100 bi qasî ji sedî 2 bilind bûn, di heman demê de kiriyarên Indeksa Pîşesazî ya Dow Jones zêdebûnek ji zêdetirî 900 xalan tomar kirin.
