Rûsyayê gelek pere ji Kûpaya Cîhanî bi dest xist

16 tîrmeh 2018 15:45
Rûsyayê gelek pere ji Kûpaya Cîhanî bi dest xist

PeyamaKurd - Rûsyayê ji ber Kûpaya Cîhanî ya 2018an di dawiya mehekê de 18 milyar dolar dahat bi dest xist.

Fransa ku 4-2 ji Kirwatyayê bir, Kûpaya Cîhanî ya 2018an qezenc kir, helbet ne tenê Fransa, Rûsya jî ji ber ku ji Kûpaya Cîhanî re mazûvanî dikir, 18 milyar dolar qezenc kir.

Bi sedhezaran hezkiriyên futbolê ji bo şopandina Kûpaya Cîhanî, berê xwe dan Rûsyayê û gelek dirav li wî welatî xerc kirin, bi vî awayî sûdeke mezin dan aboriya Rûsyayê.

Rûsyayê di nav meheke şahiya futbolê de nêzîkî 18 milyar dolar dahat bi dest xist.

Dahata ku Rûsyayê qezenc kir careke din da xuyakirin ku organîzasyonên mezin, ji bo welatên ku têde têne lidarxistin gelek giring in û dahateke mezin bi xwe re tînin.