Kirwatya yekem car xwe gihande lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanî
12 tîrmeh 2018 05:41
PeyamaKurd - Tîma Kirwatyayê li hember Tîma Îngiltereyê bi ser ket û di dîrokê de yekem car xwe gihande lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanî.
Tîma Kirwatyayê û Tîma Îngiltereyê li stada Luzhniki ya Rûsyayê hatin hemberî hev.
Nîveka yekem a maçê bi gola futbolîstê Îngiltereyê Kieran Trippier encam bû 1-0.
Di xuleka 68an a nîveka duyem de futbolîstê Kirwatyayê Ivan Perisic gola xwe avêt û maç 1-1 wekhev bû.
Di dema dirêjkirî ya lîstikê de di xuleka 109 de jî Kirwatya bi gola Mario Mandzukic ket pêşiya Îngiltereyê û di dîroka xwe de yekem car gihişte lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Bû yekem: Serweta Elon Musk ji 800 milyar dolarî derbas bû
04 sbt 2026
Jiyan
Ji Besar Esed ji Moskowê yekem daxuyanî: Heta kêliya dawî li Sûriyê bûm!
16 brf 2024
Cîhan
Encamên destpêkê yên dawî yên dengdana taybet: PDK yekem e!
19 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin