Rûsyayê bi mosekan êrîsî gelek herêmên Ukraynayê kirin

15 tebax 2023 16:04
Rûsyayê bi mosekan êrîsî gelek herêmên Ukraynayê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê bi şev li Lviv, Dnipropetrovsk, Volyn, Çerkasy û herêmên din ên Ukraynayê êrîşên moşekan pêk anîn.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Lvov Maksim Kozinskiy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, Rûsyayê bi şev bi moşekan êrîşî herêmê kir.

Kozinskiy bal kişand ku li bajarê Lvovê perçeyên moşekê li 2 apartmanan ketine û wiha got, "Di van malan de şewat derket, xisar çêbû, welatî hatin tehliyekirin. Birîndar hene, derbarê wendahiyan de agahî nehate bidestxistin."

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Dnipropetrovskê Sergey Lîsak jî li ser parvekirina xwe ya medyaya civakî ragihand ku di encama êrîşên moşekî yên Rûsyayê de li kargeheke bajarê Dnipro şewat derket û 2 kes birîndar bûn.

Lîsak agahî parve kir ku li herêmê 7 moşekên krûz hatine xistin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Volynê Yuriy Pogulyaiko eşkere kir, moşeka Rûsyayê li cihê kar li bajarê Lutskê ketiye û diyar kir ku di êrîşan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Çerkasyayê Îgor Taburets li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku danê sibê li herêma Çerkasy a Rûsyayê êrîşên fuzeyan hatin kirin.

Taburets da zanîn, moşek li cihê kar ketiye û got, "Mûşekek din jî li qada ku saziya tenduristiyê lê ye ket. Tu windahiyên canî çênebûn."

Taburets destnîşan kir, di êrîşan de şebekeyên av û germahiyê zirar dîtine û xizmetên pêwendîdar li cihê bûyerê dixebitin.

Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin, danê sibehê saet di 04:00an de Rûsyayê bi moşekên hewayî û behrê êrîşî Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hat tesbîtkirin ku 28 moşekên krûzê yên curbecur hatine avêtin û hat destnîşankirin, li seranserê Ukraynayê hişyariya êrîşa hewayî hat dayîn û li gelek herêman pergala parastina hewayî tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama şerê hewayî de 16 moşekên Kruz ên cureya Kalibr Х-101/Х-555 bi hevkariya yekîneyên din ên hêzên parastinê yên wesayîtên hewayî yên Ukraynayê hatin îmhakirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê 8 fuzeyên rêveber ên dijî hewayî yên C-300-400 avêtin herêmên Dnipropetrovsk û Zaporozhye.