Rûsya û Çînê pêsnûmeya Idlibê veto kir

19 îlon 2019 23:47
Rûsya û Çînê pêsnûmeya Idlibê veto kir

PeyamaKurd – Rûsya û Çînê pêşnûmeya ku li ser rewşa însanî ya Idlibê û tevgerîna li gorî hiqûqa navdewletî bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatibû pêşkeşkirin, veto kir.

Pêşnûmeya derbarê rewşa aloz a parêzgeha Sûriye Idlibê de, ji aliyê welatên Almanya, Belçîka û Kûwêtê ve bo NY hatibû pêşkeşkirin.

Di civîna KENY de, pêşnûmeya Idlibê ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin û ew pêşnûme neket rojeva gotûbêjan.