Rûsya û Çînê carek din projebiryara alîkariyên bo Sûriyê veto kirin

11 tîrmeh 2020 19:07
Rûsya û Çînê carek din projebiryara alîkariyên bo Sûriyê veto kirin

PeyamaKurd – Carek din Çîn û Rûsyayê projebiryara berdewamiya şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê veto kirin.

Di derbarê gotûbêjkirina projebiryara şandina alîkariyên mirovî bo welatiyên Sûriyê Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî civiya.

Lê Rûsya û Çînê, ew projebiryara derbarê vê mijarê da dîsa veto kirin ku bo alîkariyên mirovî di her du deriyê sînorî yên Babil-hewa û Babil-Selam de derbasî Sûriyê bibin.

Di hefteyekê da ev cara duyem e Çîn û Rûsya projebiryarên şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê veto dikin.

Herwiha ji ber vetoya herdu welatan deriyê Til Koçer li Rojavayê Kurdistanê li ber şandina alîkariyên mirovî girtî ma.

Amerîkayê jî ragihandibû, ew veto, rê li ber gihandina alîakariyên mirovî, bi taybetî derman û xurekê bo xelkê Sûriyê digire.