Rûsya û Çînê pêsnûmeya qanûna Xezzeyê ya bi sert a Amerîkayê veto kirin!
PeyamaKurd – Di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, pêşnûmeya Amerîkayê ya ku agirbesta li Xezzeyê bi serbestberdana rehîneyan ve girê dide, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin.
Çîn û Rûsyayê endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşnûmeya Amerîkayê ya ku agirbesta li Xezzeyê bi serbestberdana rehîneyan ve girê dide veto kirin.
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzya derbarê vetokirina pêşnûmeya biryara Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Nebenzya got ku mijar zêde hatiye polîtîzekirin û bi bandor ronahiya kesk daye Îsraîlê ku li Refahê operasyona bejayî bide destpêkirin.
Di 15 endamên KENYê de Cezayîr dengê "na" û Guyana jî dengê "bêlayen" da ji bo pêşnûmeya Amerîkayê ya derbarê Xezzeyê da deng da.
Pêşnûmeya biryarê ya ku ji 11 endamên din ên KENYê dengê "erê" wergirt, ji ber vetoya endamên daîmî nehat qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin