Rûsya: Peywendiyên me yên bi Kurdistanê re tarîxî ne, em di xwazin bastir bibin

04 nîsan 2019 14:51
Rûsya: Peywendiyên me yên bi Kurdistanê re tarîxî ne, em di xwazin bastir bibin

PeyamaKurd – Rûsya pêşeroja siyasî ya Herêma Kurdistanê û hevdîtinên di navbera siyasiyan da ji nêz ve dişopîne.

Moskowa dixwaze hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê navbeynkariya herdu aliyan bike û peywendiyên bi Erbîlê re werin baştir kirin.

Berdevka Wezîra Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê mijarê da ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku peywendiyên wan ên bi Kurdistanê re tarixî ne, “peywendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re tarîxî ne. Di serî de di sektorên sotemenî û enerjiyê de em din ava hevkariyê de ne. Du şirketên me yên mezin, Gazprom ve Rosneft, li wir du projeyên mezin birêve dibin.”

Zaxarovayê diyar kir ku derbarê xebatên Hewlêrê û Bexdayê agahî wergirtine, “hevkariya me didome û di berjewendiya herdu aliyan de ye. Karên ku têne kirin di berjewendiya herdu alîyan de ne û em amade ne ku peywendiyên me baştir bibin.”