Kurdên Rûsyayê ji kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê çi dixwazin?

13 tîrmeh 2019 18:53
Kurdên Rûsyayê ji kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê çi dixwazin?

PeyamaKurd - Bi boneya dest bi kar kirinê wek serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, kurdên Rûsyayê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî û kabîneya nû kirin û hin daxwaz jî pêşkeş kirin.

Kanala K24 daxuyaniyên hejmarek kesayetiyên kurdên Rûsyayê yên derbarê dest bi karbûna Mesrûr Barzanî wek serokê kabîneya nû ya hikûmetê belav kir.

Kesayetên kurdên Rûsyayê li gel pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dikin hin daxwazan jî pêşkeş dikin û hêviyên xwe bilêv dikin ku kabîneya kar li ser kurdên Rûsyayê bike.

Daxwazên kurdên Rûsyayê weha ne:

  • Pêşde birina peyvendiyên Kurdistanê û Rûsyayê
  • Giringiyek zêdetir dayîna rewend û diasporaya kurd li Rûsyayê.
  • Sûd li şiyana madî û menewî ya Kurdistanî ya Rûsyayê li gor berjewendiyên herêma Kurdistanê de wergirtin.
  • Peyvendiyên çandî û hunerî yên Hewlêrê û Moskowê bê pêşxistin û pirekî sînemayî navbera wan de bê damezrandin.