Slutsky: Em dixwazin pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de bastir bikin
PeyamaKurd – Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Dûmaya Dewletê ya Federasyona Rûsyayê Leonid Slutsky diyar kir, ew bi Hewlêrê re bazirganiya stratejîk dikin û ew ê têkiliyên dualî bi pêş bixin.
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Leonid Slutsky tekezî li ser girîngiya pêwendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê kir.
Slutsky da zanîn, di demeke nêz de wê bi Hewlêr, Besra û cihên din re dest bi xebatê bikin, Slutsky diyar kir, wan projeyên stratejîk pêş xistine.
Rayedarê Rûs got, “Ji bo xurtkirina têkiliyan gelek projeyên me hene. Em plan dikin ku ligel şandeke parlamentoya Rûsyayê serdana Iraqê bikin. Helbet em ê bi rayedarên payebilind û parlamentoyê re jî hevdîtinan bikin."
Slutsky got, ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda de zêdetir pêş bixin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin