Rûsya: "Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bikin"
PeyamaKurd - Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Rûsya li Iraqê Meksîm Meksîmov ragihand ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Meksîm Meksîmov û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, di serî de şanda mêvan bi navê xwe û bi navê Hikûmeta Rûsya pirse û sersaxî ji Serokwezîrê Kurdistanê re xwestin li ser koça dawî ya birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî. Paşê jî behsa pêwendiyên dûalî di navbera Hewlêr û Moskova de kirin û tekez jî kirin ku welatê awan amade ye û dixwaze di hemû waran de pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe. Herwiha destxweşî li Hikûmeta Kurdistanê kir ji ber pêşketina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê ji ber vê serdanê û li ser pêşkeşkirina sersaxiyê, spasiya şanda mêvan kir û tekez kir ku hikûmet û gelê Kurdistanê giringiyeke mezin didin pêwendiyên Hewlêr û Mosko.
Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Rûsya di hemû waran de zêdetir pêş bixe, bi taybetî jî di warê aborî de, nexasim jî ku hemû asankariyan bike ji bi sermayedarên Rûsyayê ku bên li Kurdistanê kar bikin.
Di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên girêdayî rewşa Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin