Rûsya: Pêwendiyên me bi Kurdistanê re bi pês ve diçin

17 berfanbar 2018 15:31
Rûsya: Pêwendiyên me bi Kurdistanê re bi pês ve diçin

PeyamaKurd - Konsûlê Rûsyayê li Hewlêrê Victor Simakov daxuyakirin ku têkiliyên wan bi Kurdistanê re baş in û ew dixwazin di warên çandinî û aboriyê de pêwendiyên xwe pêşdetir bibin.

Simakov ji televizyoneke Kurdistanê re diyar kir, aboriya Kurdistanê her diçe baştir dibe û ew dixwazin di warên çandinî û kertên din de bi Kurdistanê re bixebitin.

Konsûlê Rûsî bal kişand ser pêwendiyên dema Çarîtiya Rûsyayê bi Mele Mistefa Barzanî re û got, niha wê demê têkiliyên me bihêz bûn û niha jî ev pêwendî pêşdetir dibin.

Simakov da zanîn ku kompaniyên herî mezin ên Rûsyayê di warê enerjî û petrolê de, Gazprom û Rosneft rêkeftinên domdirêj bi Kurdistanê re çêkirine û ligel vekirina ofîsên Hewlêrê xebatên xwe berdewam dikin.