Rusya: Di nav 4 rojan de 4 hezar lesker hatin kustin

12 îlon 2022 04:00
Rusya: Di nav 4 rojan de 4 hezar lesker hatin kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat îdiakirin ku li herêmên Harkiv û Mikolayivê, di nav 4 rojan de nêzîkî 4 hezar leşkerên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov ve hat dayîn de hat îdiakirin ku li herêmên Harkiv û Mikolayivê, di navbera 6 û 10ê Îlonê de nêzîkî 4 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û ji 8 hezaran zêdetir leşkerîndar jî birîndar bûne.

Konaşenkov,  di agahiyên parvekirin de da zanîn ku şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê dewam dike û artêşa Rusyayê, li dijî Ukraynayê bi hêzên hewayî û yekîneyên moşek û topavêjiyê, li herêma Harkivê êrîşên hesas dane destpêkirin.