IOM: Li Libyayê zêdetirî hezar koçber di nav du rojan de hatine girtin
13 hezîran 2021 16:25
PeyamaKurd - Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye ragihand, li peravên Libyayê di 48 saetên dawî de zêdetirî 1000 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Berdevkê IOMê Sefa Msehli li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê koçberên li peravên Libyayê hatine girtin de got: “Ji aliyê Hêzên Deryayî yên Libyayê ve di du rojên dawî de rêya zêdetirî 1000 koçberên bêdestûr hat birîn."
Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend salên dawî de beşeke mezin a koçberên bêdestûr ên Afrîkayî ku ji ber hejariyê û şer direvin, Libyayê wekî derbasgehekê bi kar tînin û ji wir jî derbasî Ewropayê dibin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Jiyana zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînê di xeterê de ye
07 brf 2022
Koçber
UNHCR: Zêdetirî 100 hezar kes koçber bûn
26 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin