Rusyayê, êrîsa tolhildanê kir: 600 lesker hatin kustin!

08 rêbendan 2023 22:30
Rusyayê, êrîsa tolhildanê kir: 600 lesker hatin kustin!

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku wan tola êrîşa Ukraynayê ya hefteya borî ya ku li ser baregehên Rusyayê hatibûn kirin, hildaye û bi sedam leşkerên Ukraynayê kuştine.

Wezaretê, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên Rus li Ukraynayê li baregeheke leşkerî dane û di encama vê êrîşê de 600 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş ji bo tolhildana 89 leşkerên Rusyayê yên ku hefteya borî di êrîşa Ukraynayê ya li ser Makiivkayê de hatibûn kuştin, hatiye kirin.

Wezaretê da zanîn ku ev êrîşa tolhildanê, li ser leşkerên Kiyevê ku li bajarê Kramatroskê yê rojhilatê Ukraynayê bi cih bûne, pêk hatiye.