Rasatxaneya Kandîllî: Di 16 rojan de 7 hezar û 145 erdhej pêk hatin
PeyamaKurd – Rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof. Haluk Ozener ragihand, li herêmê ji 6ê Sibatê heta 21ê Sibata 2023an saet 20:30an de, 7 hezar û 145 erdhej hatine tomarkirin.
Li gorî qeydên fermî, zêdeyî 2 hefte di ser erdheja Mereşê ya bi lerza 7,7 û 7,6 de ku 42 hezar û 310 kes jiyana xwe ji dest dan re derbas bûn û erdhejên piştî wê jî dewam dikin.
Rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Haluk Ozener da zanîn, wan ji 6ê Sibatê heta 21ê Sibatê saet 20:30an de li herêmê 7 hezar û 145 erdhejên ku li 10 bajaran wêraniyeke mezin pêk anîne tomar kirine.
Ozener di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de grafîkên têkildarî van erdhejan jî weşand û wiha got:
“Piştî erdhejên di 6ê Sibata 2023an di saet 04:17an de li Sofalaca-Sehitkamil-Dîlokê û di saet 13:24an de jî li Ekînozû-Mereşê pêk hatin, ji 21ê Sibata 2023an saet 20:30an pê ve li herêmê bi giştî 7145 erdhej hatine tomarkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin