Rûsen Alkar ji bo albûma xwe ya 'Hêdî Hêdî' konserteke lansmanê li dar dixe

17 berfanbar 2019 16:48
Rûsen Alkar ji bo albûma xwe ya 'Hêdî Hêdî' konserteke lansmanê li dar dixe

PeyamaKurd - Albûma duyemîn a hunermend Rûşen Alkar ji Kalan Muzîkê derket. Alkar sibe 18ê Berfanbarê li Salon IKSVyê konserteke danasînê li dar dixe.

Di dawetiyeya konserta danasînê de wiha tê gotin: “Di 18 Berfanbar Çarşemê saet 21:30 de li salona IKSVê em ê konserta lansmana albûma xwe ya bi navê HÊDÎ HÊDÎ saz bikin. Em dixwazin hûn jî beşdarî kelecaniya me ya vê şeva taybet bibin. Ji bo hatina we hûn ji me re pêwendî çêbikin em ê kêfxweş bin. Bi hezkirin ...”

Hunermend Rûşen Alkar, ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye û di warê muzîkolojiyê de doktorayê dike. Albûma wê yekemîn bi navê ‘Sebr’ di sala 2015an de û albûma wê ya duyemîn ‘Hêdî Hêdî’ jî demek berê hat belavkirin.

Alkar ev demek e li Stenbolê dijî û bi kar û barên xwe yê muzîkê berdewam dike.