Albûma Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ hat wesandin

09 hezîran 2020 14:09
Albûma Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ hat wesandin

PeyamaKurd – Albûma nû ya hunermend Mehmet Atli bi navê “Morî Mircan” ji Kom Muzîkê derket.

Hunermendê ji bakurê Kurdistanê Mehmet Atli bi albûmeke nû bi navê “Morî Mircan” li pêşberî guhdaran e. Guhdar dikarin li ser platformên dîjîtal guhdarî bikin.

Albûma me ya nû “MORÎ MIRCAN” bi etîketa @kommuzik -ê li ser platformên dîjîtal hate weşandin. Hêvî ew e bi dilê we be.

“MORÎ MIRCAN” adlı yeni albümümüz @kommuzik etiketi ile yayında. Umarım beğenirsiniz.

Emeği geçen herkese teşekkürler.

https://t.co/RVqphvHFeH

— Mehmet ATLI (@mehmetatli_com) June 8, 2020

Mehmet Atli li ser hesabên xwe yên medya civakî derbarê albûma xwe ya nû de got, “Albûma me ya nû ‘MORÎ MIRCAN’ hate weşandin. Hûn dikarin li ser platformên dîjîtal guhdar bikin. Hêvî ew e li gorî dilê we û hêjayî guhê we be."

Atli heta niha bi albûmên wekî Wenda, Jehr, Birîn, Peşk û Stranên Newrozê derketiye pêşberî guhdaran.