Aynur Dogan bi albûma nû ‘Hedûr’ dest bi rêzekonseran dike

15 rêbendan 2020 00:07
Aynur Dogan bi albûma nû ‘Hedûr’ dest bi rêzekonseran dike

PeyamaKurd – Stranbêja Kurd a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan, piştî 5 salan bi albuma xwe ya nû ‘Hedûr’ derdikeve gera konseran.

Aynur Dogan li ser hesabên xwe yên medya civakî ragihand ku 7ê Sibata 2020an albuma Hedûr bi awayê Online tê belavkirin.

Herwiha di meha Sibatê de jî dest bi gera konseran dike ku yekemîn konser 17ê Çileyê li bajarê Lîl ê Fransayê ye.

Aynur Dogan 1ê Sibatê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê, 26ê Sibatê li Stenbolê, 28ê Sibatê li Enqerê, 29ê Sibatê li Mersînê, 1ê Adarê Edenê û roja 3yê Adarê jî li Riha ya Bakurê Kurdistanê konseran dide.

Hunermend Aynur Dogan ku ji Dersîm a Bakurê Kurdistanê ye, yekemîn albuma xwe bi navê Seyir tomar kiriye û herî zêde bi albuma xwe ya strana Keça Kurdan tê de bû hatiye naskirin. Doganê piştre jî albumên Bahar, Miraz, Nûpel, Rewend û Hevra tomar kirine. Hedûr albûma herî dawî ya Aynur Dogan e.