Hunermend Aynur Dogan “Xelata Hunermenda Salê” sitend

28 tebax 2021 02:05
Hunermend Aynur Dogan “Xelata Hunermenda Salê” sitend

PeyamaKurd – Fûara Navdewletî ya Muzîka Dinyayê WOMEX, ragihand ku ji bo sala 2021 ê xelatê da hunermenda Kurd Aynur Doğan. WOMEX sedema xelatê daye Aynur Doğan weha şirove kir:

“Doğan, ji zûde ye xwe daye parastin û nûkirina çanda Kurd û Elewî, li hemberê zorê bi saxlemî bi hunerî rawestiyaye, dema vêya kiriye, ew kesên xwestine wê bêdeng bikin, li hemeberê wan kilaman gotiye û bûye model.”

Hunermend Aynur Doğan jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku xelata navborî sitendiye. Doğan di Twittera xwe de weha got:

“Yek ji asteka rêwîtiya muzîka min car din di sala 2006 an de, bi WOMEX ê detpêkiribû. Dilê muzîka dinyayê di fûara herî mezin ya WOMEX ê de, lêdide û bo sala 2021 ê min layîqê xelata hunermendiyê dîtine û ez bextewer bûm. Min xwest bexteweriya xwe bi we re parvekim.”