Hunermenda tirk: Ji bo aştiya rasteqîn divê nasnameya kurdî bê nasîn

27 tebax 2026 22:35

Hunermenda tirk Fusun Demirel derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê de bal kişand ser girîgiya nasnameya kurdî û got: "Ji bo aştiyeke ayinde û rasteqîn divê nasname û zimanê kurdî bê nasîn."

Hunermenda tirk: Ji bo aştiya rasteqîn divê nasnameya kurdî bê nasîn

RûpelNews - Hunermenda navdar a li Tirkiyeyê Fusun Demirel derbarê pêvajoya çareseriyê de fîkr û ramanên xwe anîn ziman.

"Divê zimanê kurdî bê nasîn wê demê ez baweriya xwe bi aştiya rasteqîn tînim"

Demirel bal kişand ser naskirina nasnameya kurdî ji bo jiyaneke wekhev û aştiyane û wiha axivî:

"Dîtbariya zimanên cuda, bi taybetî ya kurdî, di warê hunerê de pêşî lê bê vekirin. Projeyên ku berhemên bi Kurdî û Tirkî tê de hene dê divê zêde bibin. Ji niha û pê de, bo nimûne, divê koma 'Koma Amed' ku ez heyranê muzîka wê me, bikaribe biçe gera li Deryaya Reş. Ez ê tenê wê demê bi aştiyeke rastîn bawer bikim ku nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî bi awayekî rastîn werin qebûlkirin."

"Ji bilî aştiyê rêyeke din a çareserî nîn e"

Hunermenda tirk diyar kir ku ji bilî aştiyê rêyeke din a çareseriyê nîn e û wiha got:

"Aştî ne tenê peymaneke siyasî ye. Ew di heman demê de şiyana di nav civakê de ye ku mirov çîrokên hev û yên din bibihîzin. Aştiya mutleq hêviya me ya tekane ye. Çîrokên ji rabirdûyê wekî şer, pevçûn, qurbaniyên leşkerî, koçberkirina bi zorê, êrîşên li ser gundan, kuştinên neçareserkirî, şîn, sirgûn, penaberî û girtîgehyên ku me berê nikarîbû vebêjin, an jî yên ku me bi qedexe û astengiyan re rû bi rû mabûn, dê dest pê bikin bên vegotin."

"Dayikên kurd û tirk ku zarokên wan mirine divê hev hembêz bikin"

Demirel ragihand ku ew dikare êşa dayikên Tirk û Kurd fêm bike û axaftina xwe wiha domand:

"Heke aştiyeke were, divê dayikên tirk û kurd yên ku êş kişandine û zarokên wan jiyana xwe ji dest dane pêşî hev hembêz bikin. Mixabin, em her wiha qebûl dikin ku pêşdaraziyên di nav civakê de û vê pêvajoyê aloz bikin. Lêbelê çi dibe bila bibe, em baweriya xwe bi wijdan, bedewiya dil û aqilê selîm ê gelê vê herêmê tînin." (ANF)