IMF: Mezinbûna Çînê, hêdî bûye

14 tîrmeh 2023 19:30
IMF: Mezinbûna Çînê, hêdî bûye

PeyamaKurd- Berdevka Sindoqa Pereyan a Navneteweyî Julie Kozack ragihand ku aboriya Çînê ji ber qelsbûna veberhênanên taybet, hêdîbûna hinardekirinê û kêmbûna daxwaziya navxweyî ya piştî performansa bihêz a di çaryeka ewil a bi vebûnê de kêm bûye.

Julie Kozack, di civîneke çapemeniyê bal kişand ser geşedanên dawî yên aboriya cîhanê û got ku

“Dan û stendinên aborî yên dawî yên di navbera veberhênana cîhanî û mezinbûnî de ew ê di warên girîng ên jiyanî de bibe alîkar ku bingeheke hevbeş were damezirandin û hevkariyê pêşve bibe.

Kozack bi bîr xist ku wan hişyarî daye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Ev yek dê ji bo aboriya cîhanê gelek zirarê bibîne, nemaze di demekê de ku em mezinbûna gerdûnî qels dibînin. Her çiqas enflasyon li Amerîkayê kêm bû jî li ser hedefe hat berdewamkirin. Ev daketina leza enflasyonê, bê guman gelek bi xêr hatiye, lê enflasyona bingehîn asê dimîne û enflasyon jî dibe sedema fikaran.”

Kozack li ser Çînê bi berdewamî got ku aboriya welêt ji ber qelsbûna veberhênanên taybet, hêdîbûna hinardekirinê û kêmbûna daxwaziya navxweyî, piştî performansa bihêz a di çaryeka ewil a bi vebûnê re hêdî hêdî kêm dibe.

Kozack anî ziman ku dîmena giştî ya mezinbûna Çînê aboriyeke hêdî ye û diyar kir ku ev yek li gorî pêşbîniyên IMFê yên meha nîsanê ye û got,

“Li Çînê di enflasyonê de "tepisandin" tê dîtin. Di nûvkirina raporta perspektîfa aborî ya IMFyê ya ku vê mehê bê weşandin de ew ê pêşbîniya mezinbûna Çînê ji nû ve biguherînin.”