Rojnamevaneke jin ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da

30 adar 2020 14:03
Rojnamevaneke jin ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Rojnamevaneke jin ji ber berkeftina vîrusa korona (Covid-19) di temenê xwe yê 54 salî de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medya amerîkî, peyamnêrê kanala wan Maria Mercader di dema amadekirina raporteke derbarî berkeftina koronayê de, bi wê nexweşiyê ketibû.

Herwiha hat ragihandin ku Maria Mercader li nexwaşxaneyeke New Yorkê ji ber vîrusa korona ango Covid-19ê  jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daneyên dawiyê heta niha li Amerîkayê 143 hezar û 75 kes ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê jî 4 hezar û 856 kes baş bûne û 2 hezar û 517 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.