Li Dêrsîmê du kesan ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Dêrsîmê du kesan ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Dersimnewsê, li Dêrsîma bakurê Kurdistanê ji ber koronavirusê (Covid-19) du kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat zanîn her du kesên ku li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dane jin bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Zanistî ya Koronavîrusê ragihandibû ku wan di civînê de biryara şîreta tevdîrên zêdetir dane û divê zemanê ku xelk li kolanan derbas dike, bê kurtkirin. Koca di civîna çapemeniyê ya piştî civîna Koronavîrusê de got di nav 24 sietên dawiyê de 42 nexweş baş bûne,17 kes jiyana xwe ji dest dane û bi tevahî heya niha 92 kes mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin