Li Sûriyeyê teqîn: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di teqînekê de li depoyeke ku bermahiyên şer lê dihatin komkirin li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê, 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha hat ragihandin ku hinek karmendên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê di teqînê de birîndar bûne.
RûpelNews - Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, SANA, ragihand ku hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane herî kêm 14 kes in.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li depoyeke nêzî bajarokê Sarmadayê yê Idlibê, ku cebilxane û bermahiyên şer lê dihatin komkirin, ji ber sedemeke nediyar teqîneke xurt çêbû. Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Karmendên wezaretê birîndar bûn
Di daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Tenduristiyê ya Idlibê de hat diyarkirin ku li gorî encamên destpêkê, teqîn li depoyeke çekan ku ji bo komkirina bermahiyên şer dihat bikaranîn li herêma Burc el-Nimra ya nêzî Sarmadayê pêk hatiye.
Di daxuyaniyeke Beşa Ragihandin û Têkiliyê ya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku teqîn li depoyeke nêzî bajarokê Sarmadayê, li bakurê Idlibê, çêbûye; cihê ku çek û bermahiyên şer beriya veguhestinê bi awayekî demkî lê dihatin hilanîn.
Hat ragihandin ku hinek karmendên Wezareta Berevaniyê di teqînê de birîndar bûne.
