Li Kerkûkê jineke 75 salî ji Covid-19 jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê jineke 75 salî bi sedema tûşbûna bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest da ku şeva borî encama pişkinîna wê pozîtîv derketibû.
Rêveberê Beşa Tendirustiya Giştî li Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê û endamê Şaneya Krîzan li wê parêzgehê, Dr. Sebah Namîq ragihand, li bajarokê Taze ya Kerkûkê jinek bi vîrusa Koronayê ket û bi vê sedemê jî duh şev jiyana xwe ji dest da.
Ev yekemîn haleta mirina bi vîrusa Covid-19 ye li parêzgeha Kerkûkê.
Sebah Namîq diyar kir: "Wê jinê serdana ti welatekî nekiriye û ev yek jî nîşana xeterê ye, lewma jî em dê tedbîrên pêwîst bikar bînin, em dê nahiyeyê bigirin û tîmên pizîşkî bişînin wê derê."
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heta niha li Iraqê û Herêma Kurdistanê 316 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku 75 kes ji wan baş bûne û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Kerkûkê jî heta niha 7 haletên tûşbûna bi vîrusa korona hatine tomarkirin, ku 6 kes ji wan baş bûne.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku heta niha 97 kes tenê li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronaya nû ketine, ku 22 kes ji wan baş bûne û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin