Parlamentereke îranî ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da
07 adar 2020 17:52
PeyamaKurd - Li Îranê parlamenterekî din jî bi vîrusa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîmê, parlamentera Tehranê, Fatma Rehber, ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da.
Fatma Rehber a ku ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da, parlementera Hizb-i Mutelife-yî Îslamî (Partiya Hevpeymaniya Îslamî) bû û 56 salî bû.
Covid-19ê cara ewil di 19ê Çile de li Îranê hatibû dîtin û heya niha ketiye canê 4 hezar û 747 kesan û 913 kes piştî ku hatine dermankirin ji nexweşxaneyê derketin.
Hatibû eşkerekirin ku 24 parlementerên Îranê bi Covid-19ê ketine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Dêrsîmê du kesan ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dan
28 adr 2020
Cîhan
Li Kerkûkê jineke 75 salî ji Covid-19 jiyana xwe ji dest da
25 adr 2020
Jiyan
Rojnamevaneke jin ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest da
30 adr 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin