"Rojeva Tirkan dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye"
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford re hevdîtinek kir û careke din daxwaz kir ku rê bidin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin.
Akar ji bo ku beşdarî Civîna Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Halîfaxê bibe çû Halîfaxa bajarê Kanadayê û li wir bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford re hevdîtinek kir.
Piştî hevdîtinê Akar daxuyanî da rojnamevanan û got wî ji Dunford re gotiye divê eskerên Amerîkayê têkiliyên xwe yên bi YPGê re qut bikin.
Der barê wêneyên eskerên Amerîkayê yên bi YPGyiyan re kişandine de jî Akar wiha axivî: "Me hişyarî da wan ku dîmenên tahrîkkar û nayên qebûlkirin bila car din neyên dubarekirin. Me bal kişande vê mijarê ku ew bi kamyon, tir û balafiran va çek û muhîmatan didin YPGê û ev ne li gor îtîfaqê ye, ne li gor hişmendiya mutefîqbûyînê ye û ne mumkun e ku em vê qebûl bikin. Me hişyariyên xwe dubare kir û me ji mutefîqên Amerîkî ra got di vê mijarê da bila tevdîran bibînin û bila bilez ew têkiliyên xwe yên bi YPGya tu ferqa wê ji PKKya terorîst tune ra qut bikin."
Akar daxuyand di civînê de wan têkiliya Amerîkayê ya bi YPGyê ra rexne kiriye û wiha dewam kir: "Me got ev têkilî berwet bin jî, ji bo taktîkê bin jî Tirkiye vê qebûl nake, me ev dubare kir."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin